Tu çawa hatî, nizanim!
Lê tu hatî
Rojê re hatî, şevê re hatî
Lê tu hatî
Bi germîyek dilan, bi ramanek zelal hatî
Lê tu hatî
Roj çawa çû ava, min nedî
Şev wergerî sibê, ez pê nehesîm
Êvar zû hat,
Lê tu têr min nehatî…
Tu çû bê xatir…
Şev sibe bû…Tu nehatî
Rojê êvar anî…Tu nehatî
Roj û şev bûn hesret…Tu nehatî
Şev û roj êdî dibin hêjmar, bê te…
Hez û eşqa te mezin dibe, di dilê min da
Lê tu nînî, li ber cav êmin û guhdarîya guhên min
Çar-çar êş dikeve hindirê min, laşê min dilerize
Li ber temaşe te ya ku di çavê min da, neqetî
Dil, raman û hestê min bihev ra digrîn, ji du te
Lê tu çû…Êdî nînî
Niha!
Ramanê te di heşê min de
Germîya te di dilê min de
Rûyê te di çavê min de man
Lê tu nînî…
Remzi Çakın
22. 10. 20009
Kayıt Tarihi : 19.11.2009 10:36:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!