Lê Qemerê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Lê Qemerê

Kenên te tim dilşayî ye axina te nalîna min
Havina min bihara min lê bedewê Hêşînda min
Lê qemerê tu baxçê min ronahîya nav çavê min
Tu xemna min xeyalê min heyva min û stêrkên min

Kevoka min bilbila min tu canê min ev dilê min
Gul vedîdi bi rengûreng tu kulîlka welatê min
Hey mala min û warê min por dirêjê bisk reşa min
Tu Ferat î û Dijle yî tu pir xweşî Eres’a min

Bihrî belek dev biçûkê zar şêrînê rûkena min
Perîya min siltana min û qaza min werdeka min
Tu keça Kurdîstan’ê vê gavê ber derya Wan’ê
Lê lê qemerê keça min gula min sor û şîna min

Xweş qemerê tim nazikê û zana min hişdara min
Dilovan û dilgerma min kezeba min jiyana min
Welat me xweş diyare navê wî jî Kurdistan e
Heval kom bûn ser wan çiyan hemû jî ketin bîra min

Mehmet Çobanoglu
12.06.2012
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.6.2012 13:22:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu