Ey çavreşê û devkenê
Lê delala tama dilan
Laçka serî gulgewezê
Vir bimîne roj û salan
Ey birh geşê û por reşê
Ez heyrana bejna te me
Serê min de qet hiş nema
Ez te bîr kim, min re şerme
Ey hîvik û awir ronak
Tu jiyanî tu giyanî
Te hisnê rojê li xwe kir
Ronî didî ser çiyanî
Ey stêrkê û berbangê
Li xeyidandin te nabe
Ez bimirim, ez bihelim
Bête eşqa min ranabe
Lê pepûlê ûbilbilê
Çiqas bêjim pir delalî
Tu gul, sosina welatî
Wek çemê Diçlê zelalî
Mehmet Çobanoglu
13.05.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 13.5.2020 21:56:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!