Lê Narînê, Delalê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Lê Narînê, Delalê

Meş, meş dimeşe, ew keçika Kurdan e
Dêrê lê mîna gula heft reng e
Bi şara li serî, wek kulîlkan
Him pir çeleng û him jî pir şeng e

Ew keçika sûkê de digere
Li werdekî bi qazkî dimeşe
Newq zirav e, bejn bilind, rûken e
Lêgerena wê keçkê balkêşe

Lê narînê, ziravê, delalê
Bi rastî bajaroka me xweşe
Keçika zar şirîn, her tişt zane
Di sûkan, kolanan de bimeşe

Keçik ket nav kolana bajarê
Qaqizman bajaroka Kurdan e
Mîna xemla bi morî, mircan e
Dorê de gul, gulpikan vedane

Qaqizman'ê çarşî û bazar e
Bajareke kevnar e, xizne ye
Keçikê biskên xwe jî berdane
Li mil de çente û heqîv heye

Mehmet Çobanoglu
04.08.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 4.8.2019 18:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu