Lê lê bejnfodilê Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Lê lê bejnfodilê

LÊ LÊ BEJNFODILÊ

li gulîstana xewn û xeyalan
morî û mircanan
li gerdana dilê te
dineqşînim
ji pêta maçên lêvan
şerbeta gerdeka şevên te
vedixwim
li mestbûna bejna fodil
bextewariyê
dihûnim
wek zarokekî şîrve bûyî
xwe diavêjim
dest û ling û bextê te
bi lezeta awirên hesretkêş
hîqehîqa henasa gewriyê
diramûsim
ji pêsîra xemgîniyê
şîrê ken û şadiyê
dimijim
ez
li nav baxê bêdengiyê
guleke sêwî me
di giyana gerdûnê de
gerstêrkê bêrêgeh im
li dor şewqa çira odê
perperikê şevistana me
li nav mêrg û çîmenan
çemekî rût im
êşa giyanê xwe
dispêrim
bayê gulgenima porê te
li kolanên koçberiyê
li siya germa henasa te
digerim
di rêwitiya serdeman de
sembolê êş û keserê me
êdî bese were
bi kilîta dilovaniya xwedawendan
deriyê bihuşta dilê min
veke
çûka şaxa taristanên xwe
di sîngê asîmanê min de
bifirîne
rondikên nalînan
di doşeka qefesa xwe de
haş bike
li ser textê Cîhana min
bibe sultana stêrkên
asîmanê nava min
bi tîrêjên melûliya awirên xwe
kul û birînan
bikewîne
li çerxa aşe hêviyê
kîn û nefretê
bihêre
evîndarî
li hesreta bendewariyê
kal û pîr bû
firmêskên bîbikên çavên ziwa
bi xumîna şîpa kenê xwe
rawestîne
neynika dil
li seqema bêçaretiya demsalan
di koçberiyê de
kûd û şerpeze bûn
qêrîn
li wargeha awaza dil
qurmiçîn
pêjn
di bin lihêfa axînan de
qurifîn
were
westîbûna bîranînan
li seyrangeha payîzên xwe
vehesîne
şopa siya mirina min
bi sakoyê jana helbestan
bipêçe
di taldeya newaleke bêîman de
binixumîne
û straneke kezebşewat
di ferhenga destanan de
bilorîne

Xizan Şîlan
2007-07-07
Stockholm

Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 16.1.2008 02:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Xizan Şîlan