Lê Gulîstana Min Were

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Lê Gulîstana Min Were

Di zivistanê de, kulîlk
Li şitilan de şîn nabin
Te dixwazim, lê tu nayê
Bê te min re gul venabin

Dilê birîndar li min e
Dem li min re zivistan e
Gula min ji min qetandin
Cîhan min re qebrîstan e

Dîsa havîn min qediya
Gulîstana min zû were
Baxçeyê dilê min bû çol
Dermanê dardê min were

Delal, dilê min xilmişî
Min bager e, zivistan e
Canê min tim dişewite
Zeman min re derdistan e

Ez hêviya te me, dil were
Tu jiyan î, tu derman î
Tu berbang î, tu kebar î
Tu azadî, şadiman î

Şev ji min re pir dirêj bûn
Şahî ya dilê min tu yî
Havîna min bû zivistan
Derdê min re derman tu yî

Ez rêwî me, ez westiyam
Belengazim te digerim
Li derdan e! Ez pir kal bûm
Bextê min ez te digerim

Tu hêviya min î, çavê min
Ku dinêrim tu li wiri
Tu ew bayê pir hênik î
Daxwazim dor min bizvirî

Tu bihara min î, keça delal
Tu dermanê derdê min î
Dil ez bilbilê nalîn im
Tu him derd î, him jiyan î

Tu bihara min î, gula min î
Tu roja bo dilê min î
Bê te, min re gul venabin
Tu warê min î, axa min î

Mehmet Çobanoglu
10.10.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 1.10.2023 13:02:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!