Lawê Min Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Lawê Min

Lorî lorî lorî û lawê min
Megirî megirî li dilê min
Ronahîya ser şeva min
Bav,bira tu giyana min

Lorî lorî lorî û canê min
Şev jî direje li lawê min
Dengê tank,tapane me
Xwe nakeve çavên min

Lorî lorî lorî û lawê min
Bavê te çû lo dûrî min
Leşkara dor me piçane
Diricife hestî,canê min

Lorî lorî lorî û lawê min
Şêr û şervanê axa min
Birê te sozdarê welate
Bavê te şêrê warê min

Lorî lorî lorî û lawê min
Firş û hêvîyê dilê min
Gure gura wan topane
Metirse law ê gelê min

Lorî lorî lorî û lawê min
Tu hê biçûkî berxê min
Min soz daye li bavê te
Tu lehengê vê gelê min

Lorî lorî lorî û lawê min
Bav û birên te dilê min
Ew cûn li doza şerê me
Û bûn şehîdên gelê min

.
12.01.2008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.1.2008 14:41:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu