Îro dîtim dilberê bi dêhna zûrxezalan
Ketim sujdê li berê bi çar çokên li çolan
Çi bû qesta wê gavê sote dil û hinavê
Bi dilopên ji çavê bihar girte xunavê
Gerdûn dît ji ezelê wê reşiya ji bîban
Qelem nedît xezelê bi hibra ji huban
Pêlên porê bêbavê temarte çav û tavê
Wê kembera li navê ez xistim taya davê
Îro kuştim bisknazê bi tîrên tormoxolan
Koç kir ruh ji tîrbazê medet ji term da olan
Dêmstêrk ji sorê sêlê xwe girtine li lêvê
Kagulên gewher welê dil berda lavelavê
20.12.2016
Silîva
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:27:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Ziza Rumas](https://www.antoloji.com/i/siir/2017/05/24/lavelav.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!