Ger te nêrîba li min hema carek
Tişt hemî wê li min bûne Mûbarek
Ez neha wekî kulîlka bê av ma ma
Ez xwedyê dilê rayê zup û zuwa ma
Ger tu meyzê li yekîdî yarê tu neke
Ma qey tê min bigujî dexîl im neke
Te bejn û bala xwe hejand û tu çûyî
Ey yê ku civata sax dikê bi ku ve çuyî
Ew heyva li serbanê ku bi cih ne bû
Çawa bû îro çawa bû xwuya nedibû
Ey dildarê bê te yî cemed û bager
Bese îdî bese dûrî lê deka tu wer
Cih çêkirî di nav birca singa xweda
Jibo tîrêja di nav reş'ya çavên te da
Kezyên te li çi digerin li warê biyanî
Xwe ji me ne dize nede kesê biyanî
Piyana ji ava kewser tijî bê li hember
Tu nebê li ba min ew jî av jehr û keser
Kayıt Tarihi : 15.12.2018 20:14:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Kürtçe şiir, Helbest
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!