Kurmê Darê Jî Darê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Kurmê Darê Jî Darê

Mixabin û mixabin nîvê Kurdan dixapin
Meqerne û komuran rûmeta xwe difroşin
Çavê wan jî têrnabe koma wan jî parseke
Kezeba wan biqete çima xwe naparêzin

Zehf rinde zehf jî başe nîvê Kurdan dimeşin
Destê wan de keleşin! walatê me daxwazin
Ez qurbana hemûyan koma wan jî hêjaye
Rabûn hemû ser pêne tu car jî ew nawestin

Ew çi rewşe çi hale nîvê Kurdan ranabin
Xewa wan jî pir kûre çavên wan jî venabin
Dîsa mije, dûmane ser me agir dibare
Xayînên me pir harin qelaşin, cerdevanin

Ev dem demeke xweşe nîvê Kurdan şervanin
Ciwan çûn ser çiyanin, destê wan de keleşin
Dagirker jî direvin bi dewleta Tirkane
Rizgarîya Kurdan’e kedkaran û gelanin

“Kurmê darê jî darê” nîvê Kurdan nezanin
Xulamên Erdugan’in ola xwe jî naznakin
Her cîh bo me agire û Artêşa Tirkan’e
Em rabûn em ser pêne nıvê Kurdan heşyarin

Şervanên me natirsin nîvê kurdan mêrxasin
Qandîl wargehê gel e nav de dengê şêranin
Dijrabûna Kurdan’e şoreşî para me ye
Ser welat agir, are gelê Kurdan natewin

0608.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 7.9.2011 22:50:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu