Kurdo Serê Xwe Rake
Kurdo serê xwe rake
Dengê xwe hilde, bake
Ez serbestî dixwazim
Qet bindestî naxwazim
Divêm mafê xwe bigrim
Yan jî bi rûmet bimrim
Hezar salin bi qad im
Bi tarîx û binyad im
Hetta îro nezan bûm
Di nav koma dizan bûm
Li pey şêx û mela bûm
Li çol û Kerbela bûm
Xulamokê bega bûm
Li ber lingê sega bûm
Bi navê êl û olê
Ez berdabûm li çolê
Niha ez bûme hişyar
Li hawîrî me hewar
Min daye ev soza xwe
Divêm bighêm doza xwe
Ejî bibim xwedî al
Ez nema dibim mertal
Zimanê xwe bixwênim
Tarîxa xwe bistênim
Nebim wek hirç û hovan
Bighêm rêza mirovan
Ez ne tirk im, ne ecem
Ne zor divêm, ne setem
Ez ne dîn û ne gêj im
Divêm gava bavêjim
Ez dixwazim serxwebûn
Hetta kengî perçebûn
Nevyê Silaheddîn im
Ez gernasê Hettîn im
Ola min e azadî
Ez dixwazim dilşadî
Kekê minê misilman
Nahêlî bixum têr nan
Xwîna min tim dimijî
Dixwaz min bikujî
Ez xwe nakim çêlekew
Misilmanî bû derew
Ola mezin zor û zêr
Heçî qelse diçî jêr
Hingî xurt bûm bi nav bûm
Niha ez pûç û xav bûm
Li hawîr ez dikim şîn
Hetta ku bûm cegerxwîn
Kayıt Tarihi : 19.1.2015 19:50:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!