Demsal me re bû bihar her der me re zozane
Di mêrgan de gul vedan wek kezî yê qîzane
Keç şêrînin xort şêrînin gul şêrînin lo lo
Di nav bex û bexçan de tim dengê bilbilane
Demsal me re bû bihar nav palan de hîrokin
Bi dora binevşan, lîlozan de perperokin
Gulîlkan xweş vedan gulan jî bişkok dan lo lo
Çi xweşike ser gulan de xalxalokin
Demsal me re bû bihar em rabûn çû zozana
Kesê zane ronake silav bidin rêzana
Kozikan vekin berx û karan berhevkin lo lo
Kerîyê wan tev bedrin ser qeraç,ser xozana
Demsal me re bû bihar her de me re xweşî ye
Kêfxweşîya me geş bû, roja me xweş veda ye
Dem jî me re bihare,dem jî havine lo lo
Kurdîstan pir şên bû qêrîna dilşayî ê ye
09.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 9.7.2016 12:07:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!