Reşê Reşê çav xweşikê,
Diran mezin wek ferşikê,
Kesê çavê wan ne korbi
Nabên reşê nexweşikê.
Reş wek hinara mêrxweşi,
Emrê we bîst bîst û şeşi,
Tewekewellî bi Xwedêyi
Wê şensê Reşê bimeşi.
Reşê qîza rind û hêja,
Weri derdê xwe bibêja,
Edî negrî ne lomîni
Xelas bibi ji êş û pêşa.
İbrahim Akbaş
03 04 1998 (1)
Kayıt Tarihi : 23.9.2025 09:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!