Min keçikek dîbû li ser kanîyê,
Min bi destê wê girt maç kir ênîyê,
Ji ber kû min maç kir ênîya şêrîn
Serê xwe berjêr kir ket ber fedîyê.
Min keçikek dîbû li nav bîstan bû,
Porê wê berdayî tena fîstan bû,
Mi got delal çiye ew navê şîrîn
Navê xwe got navê wê Gulîstan bû.
Li jorê xaniyan min keçik dîbû,
Pal dabu teht ê tenê rûniştî bû,
Ez çûm ba wê û min maç kir rûyê wê
Rûyê wê nermik bû, wek masîyek bû.
İbrahim Akbaş
05 05 1998 (1)
Kayıt Tarihi : 29.9.2025 14:15:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!