Ne tê biça dibistanê Hemed Salih,
Tê ji bavê xwer biva pişt Hemed Salih,
Tê ji dîya xwer biva xort Hemed Salih,
Navê Salih nebû qismet Hemed Salih
Bila cihê te bihuşt be Hemed Salih.
Silabê me li Özlem ki Hemed Salih,
Li metka xwe Ezîz'a ki Hemed Salih,
Mil bide Salih'ê mezin Hemed Salih,
Herin cem ap û kalê me Hemed Salih
Bila cihê te bihuşt be Hemed Salih.
Vê dinyê di bîrdi nîni Hemed Salih,
Kes li vê dinyê namîni Hemed Salih,
Cîh kî apê xwer bivînî Hemed Salih,
Bi wê hêla xwe bikşîni Hemed Salih
Bila cihê te bihuşt be Hemed Salih.
Kanî nîşana guhê te Hemed Salih,
Kanî sîpor ka kenê te Hemed Salih,
Ka pirtûk û defterê te Hemed Salih,
Ji kêre ma ew bedlê te Hemed Salih
Bila cihê te bihuşt be Hemed Salih.
İbrahim Akbaş
21 02 2003 (1)
İbrahim Akbaş 1
Kayıt Tarihi : 24.9.2025 10:59:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Abdullah Ağabeyimin Mehmet Salih adında 2 tane çocuğu vefat etmiş bu şiiri 2. Mehmet Salih'e hitaben yazdım ikisine de Allah rahmet eylesin...
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!