“Qet zana û nezan dibin yek”
Zûmer,ayet; 9
Belé nabin yek zana û nezan,
Belé nabin yek zîrek û xizan.
Cehalet ar e gelek rûreşî,
Li rûreşyé qet nayé kéfxweşî.
Ji vé aré bes xilask xwe millet,
Péwiste’b dawî bîne felaket.
Felaket çîye tu vî baş bizan,
Cehalet û hizanî û nezan.
Ger gel bi vî li xwe ne varqil,
Serî de namîne tu hiş û aqil.
Béhişyé dûrkev şîyar bin ji xew,
Ew xew mirin e birîn nagrin kew.
Beşer tev azad heqé xwe standin,
Tev bûne dewlet gel hev civandin.
Zana re ne zor çîya û banî,
Kedxwar û zalim ji xan deranî,
Binhér kî’d xwaze ji şûn ve bimîn,
Ji bo xilasyé dest avétin dîn.
Gelé me mezlûm ewqas bisulman,
Sed heyf û heyhat réber laqayd man.
Réçek bibînin lo pisporén şaş,
Gel himéz bikin bi kéfxweşî baş.
Di roja teng de bira’l pişt biré,
Bi kapén qur’an ger baş bigiré.
Wé were nusret ji bo xwenasa,
Wek şeré Bedré bibîn merxasa.
Ji xewa sed sal rabe bi carek,
Li benda we ne xebat û karek.
Li xwe bivarqil rak vé zilmeté,
Îxtilafé rak çékin wehdeté.
Ew nexweşîk pîs nahél ar namûs,
Xwefiroş her der ji gel re kabûs.
Gel şîyar bin cehle re neb qurban,
Dibé dîn çî ye terî cem ruhban,
Wenda kir dûnya çi kir bo axret,
Ji Xwedé şerm bik hinek bé xîret,
Ew çîye yané bi Xwedé dikî henekî,
Şerm bik ey ceşiké ji keré de ketî.
(not?)
Not: “Ji Xweda, di nav qûlan de bes kesé alim ditirsin.” Fatir: 28
hüseyin türk
Hüseyin TrkKayıt Tarihi : 7.1.2011 16:01:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!