Dîsa dar rûtbûn dîsa bû payîz,
Dara pel weşand xelasbû nergîz,
Hatin xemlandin xort û bûk û qîz
Dîsa hat û çû demsalek e nû.
Dîsa mij dûman demsal zivistan,
Gir girê ewran birûska vedan,
Dinya tarî bû barîya baran,
Dîsa hat û çû demsalek e nû.
Dîsa sal nû bû dîsa hat bihar,
Hatin xemlandin newal û cîhar,
Der dor xemilî heyvana têr xwar
Dîsa hat û çû demsalek e nû.
Dîsa roj germ bû dîsa bû havîn,
Pûş palax hişk bû hat heyva navîn,
Palevan hatin bênder hat danîn
Dîsa hat û çû demsalek e nû.
İbrahim Akbaş
29 08 2010 (1)
Kayıt Tarihi : 24.9.2025 10:58:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!