Ax esmeré ax esmeré,
Benj zirav sifet qemeré,
Te’l mi da tîra xençeré,
Ax esmeré ax esmeré,
Esmera min benj zirav e,
Bi şev min re agirçav e,
Cilé’l bejna wî gûlav e,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmera’m bi zér gerdûn e,
Birî reşe çav zeytûn e,
Li ser şopé tev edû ne,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmera min sifet nûr e,
Ji min esmer zéde dûr e,
Birîna min gelek kûre e,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer çima min wa dikî,
Hiş û aqlé’m talan dikî,
Tu Leyla min mecnûn dikî
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer Xec e ez sîyabend,
Malém nîne bidim qelend
Bo vé dewé bûme dadmend,
Ax esmeré ax esmeré
Esmer Şirîn ez jî Ferhat,
Çiya qul kir av jé nehat,
Péş hésira çavém xwîn hat,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer Zin e ez bume Mem,
Li min dest da éş û elem,
Des ricifî şikest qelem,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer te da devém bistan,
Havin li min kir zivistan,
Bûm zindîyé di qebristan,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer çima te ez kuştim,
Bé heval dost û bépiştim,
Çima te ez tené hiştim,
Ax esneré ax esmeré
Esmer te ez hîştim béwar,
Deyş limin tev bûne berwar,
Kesek limin nayé hewar,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer min xwest te bibînim,
Çilé reş de buz helînim,
An sehra de xwe’b qelînim,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer çima reng guhirand,
Ji eşqé min eşq afirand,
Derî derî pey xwe gerand,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer te mérg li min kir xîç
Limin nema serî û sîç
Ziha bûn tev kanî û lîç
Ax esmeré ax esmer
Esmera min çer bû kûvî,
Li pey geryam devî devî,
Bi hisreta şirîn devî,
Ax esmeré ax esmeré
Esmera min’j min revîya,
Kete nav dar û gelîya,
Lé digerim deyşt û çîya,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer çima tu çûyî dûr
Çemé navber me gelek kûr,
Em tev bibin’j Xwedé hevzûr
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer kirnén me tu nebéj
Ji kerbé te bûm dîn û géj,
Bé te jîjan nabe diréj,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer li ser te bûye ceng,
Reyam tijî qît û kereng,
Ji kerbé te bûme bînteng
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer heps kirine teba,
Bûm béhedûr û béteba,
Béqidûm eşa min weba,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer derbas nebu’j şeté
Dizanibû dilém keté
Hisret mam li wî sifeté
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer bavé te nizane,
Bo te dilém bû dubane,
Çima li te bûn neban e,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer ez nizanim nifir,
Ser eşqa me kir kirûbir,
Cerda dila li me rakir,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer bavé te çevnebar,
Ji xér û wayé bib bépar,
Çawa em kirin tarûmar,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer bavé te tér nebe,
Mejya de rîşapûç hebe,
Da me jerya bi îneb e,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer bavé te korbe’j çav,
Nebîne ber hev nan û av,
Ji bébextya wî bûm kunav,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer nikare bilipit,
Berf û tipyé ré limin girt,
Kesek ji Wî qet nafilit,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer weysét kir kes nexûn
Çardara min neyén dû hûn
Bes dilketyé min bik medfûn
Ax esmeré ax esmeré
Esmera min Keça kurdan,
Bû xwedîyé kul û derdan,
Ser tenaşo av lé werdan,
Ax esmeré ax esmeré
Esmer kul da ser cegeré
Min wenda kir kemla beré
Te ez hiştime bi tené
Ax esmeré Ax esmeré
Esmer tu çû ez dam seré
Xwedé ji heqé wan deré,
Nehîştin tu ber’b min weré
Ax esmeré ax esmeré
Esmer horî ez ji gilman,
Nixweşim nabînim derman,
Hévî dikim bid min eman,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer axa tema mîras,
Ne solém he ne jî midas,
Li min ma bes derpé kiras,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer da ser dil suweyda,
Derd û kûl li min bû peyda,
Bûme wek Cizérî Seyda,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer çawa sal bûn derbas,
Nav alem de bûme nenas,
Pékeniné xerîb û nas,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer te ez hiştim›l holmaşk,
Dest diréjk min berbixwe kaşk,
Bi dawi hat mecazi aşk
Ax Esmeré ax Esmeré.
Esmer vira xaneke pûç,
Jiyana vir ji mşn re sûç
Min nehél li ziqaq u kuç
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer zindî ez mam miri,
Di behişt te tené'd firî,
Çavém ziha dil digirî,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer tu çu hizura Wî,
Li cem xwe cihek min re dî,
Bé te livir dikim fedî,
Az esmeré ax esmeré.
Esmer malcirana Resûl,
Du'a bik da bike qebûl,
Bes ez livir mame zelûl
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer tu jin, jinekî xas,
Li cem Xwedé tu bike bas,
Bé rehmeté min bik xilas
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer xwe bavéj dergé Reb
Tu mirna min tu Jé bik teleb,
Da nepirs hîkmet û sebeb
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer malcîrana Resûl,
Du'a bik da bike qebûl,
Bes livir ez mame zelûl,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer zindî ez mam mirî,
Behişt de tené difirî,
Çavém ziha dil digirî,
Ax esmeré ax esmeré.
Esmer nura Wî'j me re bes,
Ew e ji békesan re kes,
Tazî jî li wir mûlebbes
Ax esmeré ax esmeré.
hüseyin türkİ
Hüseyin TrkKayıt Tarihi : 7.1.2011 16:12:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!