Sûre Amedê ji kevrê reşin,
Sembola Amed sûr û zebeşin,
Rengê Amedê kesk û sor xweşin
Kesk û sor xweşin rengê zebeşin.
Derdora Amed sûr û bedenin,
Hembera sûra bax û baxçenin,
Nav bax û bexça gulê sor henin
Gulê sor xwîna şehîdê menin.
Derdora Amed gul û beybûnin,
Pellê wan sipî gulê wan zerin,
Dinav beybûna gulê sor henin
Gulê sor xwîna şehîdêmenin.
Amed dermani ji kul û derda,
Amed şahîyi ji qîz û xorta,
Amed şêrîni warê me kurda
Amed paytexti paytexta kurda.
İbrahim Akbaş
14 03 2018
Kayıt Tarihi : 3.5.2018 22:46:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!