Sûre Amedê ji kevrê reşin,
Sembola Amed sûr û zebeşin,
Rengê Amedê kesk û sor xweşin
Kesk û sor xweşin rengê zebeşin,
Derdora Amed sûr û bedenin,
Hembera sûra bax û baxçenin,
Nav bax û bexça gulê sor henin
Gulê sor xwîna şehîdê menin.
Derdora Amed gul û beybûnin
Pellê wan sipî gulê wan Zerin
Dinav Beybûna gulê sor henin
Gulê sor xwîna şehîdêmenin.
Amed dermane ji kul û derda,
Amed şahîye ji qîz û xorta
Amed şêrîne warê me kurda
Amed paytexte paytexta kurda,
İbrahim Akbaş
14 03 2018
Kayıt Tarihi : 3.5.2018 22:46:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!