Kurdên Leheng Şiiri - Fikri Amedi

Fikri Amedi
30

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Kurdên Leheng

De ka rabin Kurdê ciwan, binêrin hûn li dora xwe
Weka Silhedînê Eyyib, li dinê xin hûn mora xwe

Binêrin xelk gîhîşt hîvê, hûn hê hêsîr û bindest in
Xelk li esmanan digere, li warê xwe ne serbest in

Xortên xelkê bune mûcît, rojê tiştekî çêdikin
Hûn çar gava pêşda naçin, dikin hesabê kurt û kin

Ji bin vê axa zilletê, rabin hûn wek Îmam Huseyîn
Evan Yezîdê hemdemî, ji warê xwe biqewurîn

Dest dane ser welatê me, evan rovî û keftaran
Bi xwîna me tim dimijin, bi saya cahş û xayînan

Bi fikr û ramanên xerîb, serî li me kirine plor
Li pêy wan em dikin hop hop, bunin wek meymunên qunsor

Hinek dibên em rêheval, şerê me şerê rêncberan
Ma çiye millet û netew, werin bimrin bo karkeran

Bi zanîna Marks û Lenîn, rakin em sînor û netew
Ma Kurd û Kurdîstan çî ye, emê tev bibin wekahev

Li pêy wan me rêt xwîna xwe, me feda kir bi hezaran
Lê em li pêy xwe dinêrin, em bê welat ew bi war in

Sosyalîzm firotin me, çav li warê me pîs kirin,
Me got heq û hiquq û dad, wan mal û milkê me birin

Lê li Romê fend naqede, îcar dan destê me Qur’an
Bi biratîya ummetê, ajotin ser me wek guran

Dîn û îman heq û Qur’an, buye lîstika destê wan
Weka Amir û Muwîye, kirne rupelên ser daran

Şêx û sofî û melên qelp, ji xwe re kirine rêheval
Mêjî li me tevizandin, nizanim ev çend meh û sal

Ji bona armancên qirêj, navê Xwedê û pêxember
Destê wan de buye efsûn, bi wan em kirin hesp û ker

Bes nexape ey xortên Kurd, gelo dîn ne azadî ye
Li hember zilm û zaliman, ne serxwebun û heqî ye

Dîn dibê nekşîne zilmê, tu car tu serî netewîn
Ger laş li te perçe kirin, dîsa tu zilmê nekişîn

Dev ji elo welo berde, binêre tu li mînakan
Binêre Silheddîn çikir, mal li kufrê kire wêran

Navê Xwedê û Pêxember, gîhandibu erşê ala
Wî ji xwe re mînak zanib, eve doza bav û kala

Şêx xalidê nexşebendî, ilm û emel cemhev civand
Xelîfê wî yên wek şêran, çerxa dinyayê guherand

Seyyîd Taha, Ubeydullah, li hemberî heft diwêlan
Serî hildan bi mêrxasî, dijmin ajotin wek pêlan

Li ser şopa wan meşîya, Evdilqadirê Şemzînan
Kurd ji bin axê deranî, xistibu nav gelê cîhan

Binêre tu li şêx Mahmud, ehlê îman û teqwayê,
Li hember fisq û ficûrê, teyr û bazê vê de’wayê

Li ber xaç û pût û senem, tu car bejna xwe xwar nekir
Hukumdarî bi destê xwe, bo rûmeta gel wêda kir

Lê destana Kurdîstanê, şêxên Berzan nivîsandin
Şerên sed salan çênabe, di umrekî kurt de kirin

Şêx Ebdulselamê ewel, binasin wî mêrê egît,
Şêx Ebdusselamê sanî, di vê rê de buye şehît

Li dergaha gundê Berzan, dibare teqwa û îxlas
Murîdên li vê dergahê, her yek mu’mînên am û xas

Bi şev heta banga sibê, bi dûa û bi nimêj in
Bi tîrêja tava sibê, bo war xwîna xwe dirêj in.

Binêrin gelî ciwanan, mêrê wek Mele Mistefa
Nabîne dinya tu carî, çiqas bikin şuxl û cefa

Wî dîroka Kurdîstanê, bi herfên zêrîn nivîsand
Bi mêrxasî û şêranî, taliha Kurdan vegerand.

Qadî Muhammed jî binas, wî navê Kurdan bilind kir
Li wê meydana Çarçira, bo dozê serî feda kir

Di dilê her Kurdekî de, rêber û pêşawaye ew
Di rêya wî de bimeşin, bê hilm û gilm bê sekn û xew.

Li Bidlîsa şerefxanan, şêx Selîm û şêx Şabeddîn
Hatin daliqandin du can, ji alî Turanên bê dîn.

Lê ew mora pîrê fanî, li Kurdîstanê xistî ye
Heta çerxa dinê biger, ji bo Kurdan rûsipî ye

Şêx Se’îdê kal binasin, binasin wî pîrê fanî
Bi şûr û gurz û mertalan, dianî cî xewna Xanî

Weka şêrekî serbilind, li meydanan dikire ceng
Ji tirsana dicirifîn, Kemo û Osmanê leheng

Lê xwefiroş û xayînan, ji bo hinek kurtêl û nan,
Teslîmê Kemalîstan kir, derbek mezin li Kurdan dan.

Şêx û mele û rewşenbir, li meydana derê çîyê
Çil û heşt mêrxasên egît, kuştin ew ji bêhêvî yê

Îlim, emel û berxwedan, navê Bedî’uzzeman e
Berhemên ku li pêy xwe hişt, ji bona nefsê derman e.

Ji ber îlm û zanîna wî, dijmin pir serî lê gerand
Di zîndan û sirgûnan de, umrê rengîn tev de borand

Şêx Osmanê ji Helepçê, ew serokê bizotnewe
Di van salên reşîyê de, buye umîd ji bona me

Şêx û melên xwedîxîret, ji bo doza Kurdîstanê
Her yek ji wan kir mucahîd, wan ji bo heq serî danê

Mele Ubeydullah Dalar, baş binasin gelî xortan
Ehlê îlim û zanînê, heq û batil ra bu furqan

Mele Îhsan Yeşîlirmak, şehîd xiyasettin Xerzan
Mezlumê gelîyê Pasur, jibir neke şehîd Orhan

Kurd dizanin ew çi şêre, şahide ev erd û esman
Ên jê ra digotin xayin, ji Romê re bune ajan.

Şehîd Îzettîn Yildirim çi mezlum û belengaz e
Çiqas hêsîrî kişand jî, dîsa ew wek teyrê baz e.

Ger li îlm û emel geryay, tu bibîne Mele Mansûr
Pênûsa di destê wî de, ji Tewhîdê re buye şûr

Muhammed Fîdan jî binas, binasin rêberê hinda
Di vê rê da serî daye, can û malê xwe kir feda

Bese ji te’r awqas mînak, her yek ji wan wek zêr û zîv
Ger li pêy wan tu bimeşî, ji bo te dibin roj û hîv

Lîder evin serok evin, evin şêrê Kurdîstanê
Em doza wan bimeşînin, xêr dibînin ji jîyanê.

Wan bi rih û bi canê xwe, xwîn dan dara Kurdîstanê
Ger îro ronahî hebe, ji ber kar û keda wanê

Gelî xortan de ka werin, hûn soz bidin van rêberan,
Bibên heta ku em bijîn, bidin pêy we emê bican

Ala ku we bilind dikir emê bigînin esmanan
Emê vê milleta bextreş, bixînin nava netewan

Di nav gelê cîhanê de, qe serê wan natewînin,
Heta dinya li me şên be, wê tucar şunda nemînin

Bila dilê we rehet be, gelî serok û serweran
Emaneta we hiştîye, emê bilind kin hûn bizan.

FİKRÎ AMEDÎ

Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 7.1.2018 15:29:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Fikri Amedi