Kur Xalo Min Birevîne

Mehmet Çobanoğlu
2546

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Kur Xalo Min Birevîne

Dilê min de xweş evîne
Gulan veda min havîne
Ez qurbana çav te bim
Kur xalo min birevîne

Pişt mala me de kanî ye
Min kanîyê av anîye
Kur xalo lo xortê qemer
Ji te bo min roj ronî ye

Gundê me gundê şêran e
Xortan, qîzan û mêran e
Kur xalo ez te hiz dikim
Qedrê te ba min giran e

Paşila min de şeklê te ye
Dilê min de navê te ye
Kur xalo ez te dixwazim
Sebra min ji tu nemaye

Pêşeroja me ronî ye
Roja nû bo me nav de ye
Kur xalo tu para minî
Dilsozî ya min bo te ye

24.05.2017
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 21:45:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu