Derfet û hêza min nema
Di jiyana min de bû serma
Qêrîn, qijîn tim li ser min e
Gef û zordestî para min!
Ez keça we, sor gula we
Ez bi dil û can, ji goştê we!
Reş û qemer û zerîna we
Delala kubar û ez keja we.
Ez xwişka we û keça we
Ez ne dîl ne jî koleyê we
Ez jî wek kur û lawikan im
Hêvî, hestên min jî hene.
Min nekujin, de nekujin
Jiyana min wek çiyan e
Ez xêrê di we nebînim
Ma ez jî ne bi dil û can im?
Min nekujin, nebin xayîn
Êdî bes e, ji dil bikin dayîn
Ez xweng, ez xwişka we
Ji kevneşopan dev berdin.
Ola we mîr, zorî û ferman e
Ji bo keç, qîzan kul,birîn e
Pergela we pir zordest e
Ez jî binamûs wek mêran im.
Ez jin, ez keç û vejîn im
Ez jiyan û wek cîhan im
Ez carinan li ser çiyan im
Xwenga hemû mêran im.
Ez Zînê, ez evîna Memê
Ez Rewşena şervanê we
Ez Leylaya xofa zîndanan
Ez nûvejîna civakparêziyê.
15.12.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 16.12.2008 21:21:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/12/16/kubar-u-keje-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!