Korîcî Şiiri - Kazım Özdemır

Kazım Özdemır
68

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Korîcî

Tu kî ji çî diparêzî?
Alîkarê kî yî li kî diberizî?
Tu dizanî gelo, tu çi merivek pîsî?
Tu him qeşmerî û him jî teresî

Wek sîtila bin qul, avrêj û bê serpoşî
Bi tifinga milê xwe kubarî dikî, berdoşî
Jina xwe, dîya xwe bi dert da ye
Di serda bi welatê xwe va me jî difrojî..

Tu ji gelê xwe ra xerîb ketî, ji bo çî?
Kes ji te ra nabêje parezker, dibêjin korîcî
Navê te ne bi zimanê te ye, hey tazIyê birçî
Tu ji babê xwe yî, welle tu weledek pîçî

Çewan dikarî ji bira ra bibî neyar?
Ji neyar ra jî bibî kerek xizmetkar?
Ketî pêşîyê, digerî li çîya, gund û bajar
Êdî çavên xwe veke hey dewarê kurê dewar...

Ez dûa dikim ji rebê jor bi qîr û hewar.
Xwedê li ser te bibarîne êş û jar! ..
Dev ji birayê xwe berda, bu yî kuçikê neyar
Êdî gelo ne bese hey keftarê kurê keftar..

Elmanya, 11.06.2007ö demjimar 21.00

Kazım Özdemır
Kayıt Tarihi : 11.6.2007 22:10:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Kazım Özdemır