Xuşe xuş bû çemê gund bû
Dikişîya leme lem bû
Diya mesîya çiqa xweş bû
Îsal temîz tev zelal bûn
Mêrg hêşîn bûn ba weşin bûn
Belg fire bûn pel hews bûn
Ew bahara kesk hêşîn bûn
Teyra cot got em jî sotun
Kulilk vekir tev nav hev kir
Mêrg û zevî temam geş kir
Gul vekirin li sehera me
Bêhna bayî sibê xweş kir
26.2.2006
Helbest: Mistefayê DILXÊRÎ
Kayıt Tarihi : 11.1.2011 16:03:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!