Kolber Di Gotin Nave Min

Mehmet Nuri Yalçın
234

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Kolber Di Gotin Nave Min

Ji bo bîranîna Roboskîye…

Nizanim çend salî bum
Kolber digotin navê min
Yan jî qaçakçî
Ji dayîk bun heta dawî
Emrê min duh sal tune bu
Min jî di xwast ez di nav lihev û nivînan de bim
Heta dema roj bilind bûbanê asîmanan
Kolber digotin navê min
Yan jî qaçakçî
Çîya, deşt, newal
Slav dikirin go ez derbas di bum
Heval û dostên min hêstira min bu
Çend sal derbas bubun di wan rêyan de
Dayîka min xew ji bîr kiri bu
Kolber digotin navê min
Yan jî qaçakçî
Ez li wan çîya mezin bum
Ba û baran ne xemgînî bu ji min re
Pelavek reş di pîye min de
Duv vê carê ez ê çubame dibistane wek hemû zarokan
Cara herî dawî…

Ne hiştin!
Ez mam di xewn û xeyalên xwe de
Zarok bum
Ji asîmanan berf di barî
Carnan berfbaran
Lê gulebaran ne di bîra min de bu
Kolber digotin navê min
Yan jî qaçaxçî
Di cemidî serê tilîyên min
Sor bubu berfa spî
Dar û daristan bi min re digirîn
Dayîka min li hêvîya min
Çî bu ev tofan
Dest li alîkekî mabun, laş qet û qet
Kanî bavê min
Kolber digotin navê min
Yan jî qaçaxçî
Felek li ser me zîvirî bu
Kevir, ax di barî bi berfê re
Erda sar…
Germ ne dibu bêhna min
Bedran bum ez, Şivan, Çetîn, Erqan…
Sî û çar mirovê bê ziman
Kolber digotin navê min
Yan jî qaçaxçî
Ne digotin zarok, bav, pismam
Avaza min ma li wan çîya
Bila bi mênê heqê min di situwe wan de
Zarok bum ez
Kolber digotin navê min
Yan jî qaçaxçî
Kolber digotin navê min
Zarok bum ez
Yan jî qaçaxçî…

Mehmet Nuri Yalçın
Kayıt Tarihi : 29.2.2024 08:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!