'Koçer'
Ez koçerekî deşta Mûş’ê me.
Ez koçerekim lê perê Murad’ê.
Pezêm qerqaşe dilê min reşe.
Ez koçerekî bê nav bê zerî.
Ez koçerekî kel û girînim.
Helbestek dirêj sitranek xwînim.
Çiya yê kurtikê hêlîna mine.
Ba yê zozanan ji min ra evîne.
Ez koçerekî rê ya Bedlîs’ê me.
Terim Amed’ê wedigerim Mûş’é.
Berxê min qerqaşin bizinê min reşin.
Ez koçerekî bê ax bê nexşim.
ez koçerim, koçerim…
deşt û çiya dimeşim.
bê mal û bê welatim.
ez koçerek dil reşim.
Hêsir ji çavê min dibarin.
Payîz bihar dimeşim.
Zivistan êmrê min xwar.
Ez koçerek bext reşim.
Dilêm bû behra Wan’ê.
Ez zindanên Amed’ê.
Mêrdîn, Dîjle û Zap’im.
Ez koçerek bê reng û dengim.
helbest: Mehmet Raşit ER
Mehmet Raşit ErKayıt Tarihi : 28.8.2009 23:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!