Kilame Derdên Mi Şiiri - Behram Filinta

Behram Filinta
99

ŞİİR


14

TAKİPÇİ

Kilame Derdên Mi

Kêmasî û jehr dibare ser hestên min û hevwelatîyên min.

Bêhna mirinê difire li ser asîmenêm me da

Tav û hêyv êdî ronahî nabarine vê tarîtiyê de me re

ya xwe winda kir

Dayîka min her demsal zivistane

gûla dilê min bê av nahêle, dayîka min bi hestirên xwe av dide gûla min Her ronahiya sibehê da em tevahî hestên hêja defîn dikin.

Em serdana goristanan de diyarî em bi mirinê bi destên xwe dibin

Em dest vala venagerin ew jî zêdeyî bi mirinê me oxir dikin

Sûretên derdê xwe dikişînim û bi dîwarên keyfxweş ve dalikînim

Gava ku ez xwe diceribînîm bikenim komkujiyên welatê min tê bîra min,

Û komkuji ser keyfxweşiya min diqewime

Li ser banê mala min keyfxweşiyê em ziwa dikin Û keyfxweşiyên ziwa pêşkêşî mêvanên ku tên mala me dikin.

Behram Filinta
Kayıt Tarihi : 9.1.2024 20:46:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!