“Dadê tu xortê ciwan û zilamê min
Ez jî banûya te û bermalîya te
Qewlê min û te hev re heye
Heta ber mirina me
Ez û tû hevre heval û jin-mirin
Tu hê ser qewlê xwenî an na,
Çima medê te îro li min re tune?
Destê te çima li ser şûre?
Boy xatirê wan rojên me ê şêrîn
Şûr ê xwe nekişînî û min netirsînî
Rewşate îro qe naçe xweşa min
Tu pir ecêbî gelo çima?
Guman dikim bêg û armança te ewe
Tu dikî min bukujî,ez jina te me
Bûka teze bûka ter û bedew
Tu mirê min,tu mîrê min
Hê sal jî ser li zewaca min û te de nebuhurî
Dadê werê tu bêbextîyê neke
Ez jina te me.
Ka te min re digot:
Evîna min,dilê min
Binefş û gula min
Te digot:Banû,sitî
Min Jî te re digot:
Mîrê min
Çi bû,îro li çi te qewimîye,an jî çi hatye serê te?
Ez Nesko bi jina te,min venekişe
Fedî neke,lo min re bije
Ez namus,ez nepenîvanê te me
Te çi bihîstye te çi dîtt derheqê min de
Tu çi difikirî de bije,
Ev çi rewşe ne xweşe îro li te?
Tu sermestî an jî dînî bije,
Bîhna te îro çima wusa tenge?
Ez bêguman
Helmê difnê te wek mijê nav newalan
Wek dû,dûxanê ser tenûran jî tîre û germe
Çav li te sor bûne,rû bi te avêtîye
Lêv te mor mor bûne
Rehê sûtyê te jî rabûne
Ez salixekî bidim te,tu rabe here
Ser cavkanîya ancixwarê
Dest û rûyê xwe bişo,bi xwe werê
Dibe jî aqlê te bê serê te
Dilovanî bikeve dilê te
An jî Yezdanê jorîn Rebê cîhanê
Aram û firşekî û sebrekî bide te
Mîrê min
Ez ber Rebê me bigerim ez lava bikim
Bila tengasîya te helde bide min
Temena min jî bide te
Umrê te dirêj bike
Tu nerm bî,dilşa bî,dilovan bi
Destê min bigirî,min re bikenî
Destê xwe berdî nav geradana min
Memêkê min
Dêmên xwe bidî ser dêmê min ê spî
Destê xwe jî ser destên min helnedî
Bêhna tê ê duh êvarê hê ser canê mine
Wek esas wek mîskan û kulîlkan
Ramûsan û gezê te jî nav gerdana min de
Gul vedane renga reng bi rengan
Morî mercanê te ê min re hanînbû
Hê ser singê min de menefşene
Dilê min.
Mîrê min
Tu xatirê xwedê bizvire
Min mizeke.
Mek Dadê meke rîya te dûre
Min vandera nehile min jî xwere bibe
Ez bibim dîl û xulamê te
Wele,bile sond û qesem
Ez gilêyên te qe nakim
Gundê me Şewn jî li jor ma
Em nav zevî û mirgan de
Kes me nabîne,evder çepe
Hawêr jî li lat û zinarin
Û ber qaşê Xezê,li dora Dara bîyê,
Çala kartola,Beyam û Seksan ê
Dengê çûk,kew û kewokan
Dengê berx û kar û şivanan tê
Ez bawer dikim
Kes min te nabîne werê em hev re şabin
Mîrê min
Dadê nêta te de bajara Îdîrê
Tu ser rîya dûrî li min jî bibe
Leme lema ava baharê ye
Kanî û çavkanî xuşe xuş dikişin
Şitilên kulîlkan hê nû bişkoj vedidin
Newroza siltan re du,sê roj mane
Kincê min ê cejnan jî ser mine
Xeml û xemlî gul gulîne
Ez bê bergir nînim,min jî xwe re bibe
Roja bist yekê Adar'ê ez û tu tev herin
Qada Newroza siltanî
Em jî tev koma Kurdên me bin bileyzîn.
Şên bikin govenda jin û miran
Mîrê min.
Dadê xeyalê min û te hebû
Me hev re digot:
Xwedê du keç û du law bide me
Emê navê dê û bavê xwe wan kin
Emê wan mizekin û mezinkin
Emê bi wan re şa bin
Ka ew qewlê me
Hê dom dike an jî na?
Dilê min bije
Mîrê min bije
Heke min te re bêbextî kirîye
Boy xatirê xwedê tu vî peyt ke
Hege min kiribe
Xwedê min xax ke,risva ke,şêt ke
Hege min nekirye
Xwedê gunehê min jî li ser te binîvîse,qeytke
Min tiştekî nekirîye tu bizani be
Tu xatrê raborî ya me,tu min bawerke
Heke diştekî wusa tê hişê te
Bi sond û xesem li te re
Tu şêt û xêvik an jî fistoqîyî
An dîn bûyî an jî aqilê serê te tune
Mîrê min
Li belê min malbanta te re jî
Gotun û peyvên tal negotîye
Kalê bavê te jî ne xwezûr ew bavê mine
Xwanga te jî xwîşka mine
Li devê min de derew û vir jî derneketîye
Min mal jî xopan nekirine
Ez ne bêesil ne bênijadan im
Min şîrê paqij û spî wexwarîye
Li ba min diştê derew tunin
Hege min bawer nakî min berde ez herim
Mirê min.
Meke meke mîrê min,min nekuje
Kimasîya min ewdê xwedê çîye bije
Ez evîndarê te me loma
Ez bendê dilovanîya te me loma
Ez ber şûrê te mam hewara li min
Hewara min jî zore
Kê bide malbanta min?
Hewara min here gundê Şewanê
Gundî û tev merivê min ê kombun bênên
Mîrê min
Ez bengînim li bo te
Ez ewîndarê te
Ezê zorê nadîm te
Gava tu min bikujî sûtyê min jikî
Sûtyê min biqete û qut be
Ser gerdana min ê spî de bikeve
Xwîna min ser cil û kinçê mide biheriqe here
Ser axa reş kombe
Ê bibe guleke bêmiraz û reng sor
Zimanê serê min ê qutbûyî
Ê te re biaxife û bipeyive
Ê te re bije mîrê min Dadê
Morî û mircanên min
Biqetin belav bibin ser axa reş
Zarokê qîzîn ê kom bikin morî mircanê min
Xwere topkin
Mezinê wan wan re ê bijin:
Qîzno morî mircanê Nesko
Bêyomin berhev nekin.
Dadê tu îro nêçîrvanê min
Ez nêçîrê te ew xezala bêrîndar
Xezala kendal û çiyan
Û ber şûrê te
Ez dibijîm werê min nekuje
Şîretê min bigire boy xatirê xwedê
Min azad bike,min berde ez herim
Paşê poşman nebe heyfa xwe neyne
Tu gurra min nekî min bukujî
Radestê dewlata Romê nebe
Dilimin naxweze tu bibî girtî
Tu nekeve zîndana û hepsa
Bireve here
Ez bo te naxwazim kelepçe û qeydan
Naxwazim tu zîndana de pûç bî
Hege tu bi girtin
Lawa dikim cezaê te giran nebe
Mîrê min
Ez qurbqn min bîr neke... ''
01.2008.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 2.8.2008 11:01:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
NotBu olay) Bu acıklı hadise yıl 1963 gibi Kars/Kağızman-Şabanköy de ceyiren etmiştir= Nîşe: Ev bûyer sala 1963 ê de Qers/Qaqizman-Gundê Şewan'ê de pêkhatîye.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/08/02/kilama-nesko.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!