1
Hişkebayê êvara payîza dereng diveze
Li ser vî bajarê mirazşikestiyan
“Off derberiyê, hindî hebî dê bibînî!
Ho bajarê çavbirî, tu çi bi serê mirov tînî
Çawa pişta mirov dişkêne feqîrî
Çawa mirov dibe parsekê gepeke nanî”
Dibêje pîrejineke di temenê keçkaniyê de
Li ber dîwarekî sar palvedayî
Erê Kezîzer;
Vî bajarî çavên min ji riyan vebirîn
Riyên min berze bûn di nava kolanên teng de
Riyên min li dor pîrejina palvedayî zivirîn
Ew hat pêşiya min di zivira min a her kuçê de
2
Taveke netînde bi şermokenî dibişire
Li ser asinê sar ê vî bajarê xwerû camekan
“Off serşoriyê, hindî hebî dê bibihîzî
Ho bajarê guhişî, tu çi tevnan li dor me dirêsî
Çawa berminet dihêle mirov bêkesî
Çawa mirov li nav koman dimînin tî û birsî”
Dibêje zarokekî piştxûs, rengbehî
Gava selpaka xwe dirêj dike bi çavên tijî girî
Erê Kezîzer;
Vî bajarî guhên min ji dengan ker kirin
Dengên min winda bûn di dengvedana asinê sar de
Germahiya rondikên zarok asinên dilê min germ kirin
Li ser her camekanê êşek çand û berî dilê min da
3
Heyva çarde şevî bi dilzîzî tilisma xwe vedigire
Li ser dilê jibîrbûyî yê di paxila vî bajarê de diperpite
“Off bindestiyê, hindî hebî dê kulecerg bî
Ho bajarê dilbixwîn, tu bo çi çîrokên me vedişêrî
Çawa mirov rûreş dike bindestî
Çawa mirov serxur dibe bi dilekî şikestî”
Dibêje ciwanekî bi derdê dilan ketî
Gava ku li dijî zilmê sînga xwe dike mertalê evînê
Erê Kezîzer;
Vî bajarî di temenê evîndariyê de em dîl girtin
Xweziyên me li ser kulîfekan hincirandin di şevên bêguneh de
Gunehên xwe li evînên me alandin, ew hetikandin
Li ser rûyê me ‘bajarê jihevketiyan’ nivîsî di çarmixa bindestiyê de
2004–12–24/ Amed
Kayıt Tarihi : 25.12.2004 10:14:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)