Tu her demsal pir bedewî
Gewoka min e bask tenik
Bêhna çehter li çiyan tê
Roj çû ava, war bû hênik
Kewoka bi têlî, xelî
Ronahiya welatê min
ji zinaran de digerî
Kewoka min were ba min
Kewoka gerdan lê sipî
Tu evîna dil î kewok
Rengê te jî wek qehwe yî
Ez heyranê te me kewok
Kewoka li kend û çeman
Hêlîna te li berwar e
Xwe xeteran biparêze
Berbanga sibê de were
Kewa li çiyan û deştan
Te devî de hêlîn vekir
Bilbil degê te hesûd e
Te dengê xwe ve min şa kir
Mehmet Çobanoglu
21.02.2024
Stanbol
Kayıt Tarihi : 21.2.2024 13:50:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!