Kewa Min Kewa Gozele Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Kewa Min Kewa Gozele

Kewa min nêçîr nekin ji gulan neqetînin
Di nexin nav qefesan û bêbextîyê berdin
Bese, heyfe lal nekin; bi baxan marûm nekin
Nav dilê min pênexin birîna min kûr nekin

Kewa min xalxalî ye diqube zar şêrîne
Gul-gulîstan, kend- robar bi herder lê helîne
Dipeke ser lat, zinar bi nav hemû keviran
Xweş diçêre kewa min ax bin çavkanînne

Kewa gozel kewa min, pê ve şabû dilê min
Bendewarê te me, zû were kewa min
Nesekine zû here nêçîrvanê zilmkar
Lo dest nedin kewa mim dilê min û gula min

Kewa min kewa gozel û her dem çalak, çeleng
Roj serî da bu sibeh, dem jî me re berbang e
Kewa min kerî nekin dilê min xemgîn nekin
Were were kewa min bikeve nav dilê min

Kewa min kewa gozel te hez dikim kewa min
Kewa gozel bifire, bi per, baskên xwen vede
Ez qurbana dilê te, helîna xwe starke
Kewa min, ê bihine dengê te tim şêrîne

Mehmet Çobanoglu
08.02.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.2.2012 02:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu