Kewa Gozel Xweş Diqube

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Kewa Gozel Xweş Diqube

Destmedin helîna kewê
Kewê nexin zora derbê
Ez qurbana derdê wê bim
Dev jê bedin nexin kerbê

Zordar nebin, zalim nebin
Mala kewê hilneşînîn
Kewa me pir xweş diqube
Dilê wê neherîşînîn

Werin bêbextîyê nekin
Kêfa kewê nerevînîn
Kewa me kewa gozele
Helîn wê neşêlînîn

Werin wisa xedar nebin
Êriş nedin ser hêlînê
Çêlên kewê hê naçêrin
Kew bila bê nav hêlînê

Ji xederî yê dev bedrin
Helîna kewê terk bikin
Feyda xerabî yê çi ye?
Tu wext qencîyê bîr nekin

13.05.2016
İstanbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 13.5.2016 15:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu