kevoka min
nedihiştin
tu li esmanên xwe
bi per û baskên xwe azad bifirî
têl û dîwarên çargoşe ji bo te hatibûn amadekirin…
kevoka min
nedixwestin
tu bi can û awaza xwe azad bijî
çek û tifingên xwe ji bo te diteqandin…
kevoka min
tu canê min î
tu dilê min î
nekeve kemînê
gurên har nabin bira…
Occo MAHABAD
Kayıt Tarihi : 27.11.2017 03:35:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!