Kenen Yare Şiiri - Şoreşger Karakol

Şoreşger Karakol
32

ŞİİR


7

TAKİPÇİ

Kenen Yare


Ez bawerim kû rebbê alemê
Tu bi ezzet û keremeta xwe daye dinê
Di kenên te da bûhar
Rûyên te da stêrk
Û di çavên te da
Bihûşta pîroz mizgîn dikir.
Wek ferîştehek li ser ruyê dinê
Di qesra heskirinê de
Heyvek li ser ruyê şevê yî
Berîqina te
Li ser derya dilê min leylanok dide
Ger wiha nebûya çavken...
Ji evîna te qey dişewitî rihê min
Û ez dibum êxsîrê gîyana xwe.

Şoreşger Karakol

Şoreşger Karakol
Kayıt Tarihi : 3.9.2018 16:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Şoreşger Karakol