Kenên Te Daxwazim Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Kenên Te Daxwazim

Tu xewna nav şevanî
Tim germa nav dilanî
Deşt û zozana çiyan
Gul, kulîlka jiyanî

Berbanga me hat xuyan
Gundî rabûn ser pîyan
Berîvan jî heşyar bûn
Berx jî berdan nav mîyan

Ez teyrim teyrê bazim
Xem û keder naxwazim
Tu gulî, tu evînî
Ez kenên te daxwazim

Rêberîya dilê min
Bigire her destê min
Ware em herin çiyan
Gul gulpika rihê min

Mêrgên gundê me geşin
Qîz û xort tev dimeşin
Were dilê min were
Mijangên te jî reşin

Mehmet Çobanoglu
09.10.2022
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.10.2022 11:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu