Tu straneke bêdawî û tijî jiyan î, tu her dem li ser zimanê min î
Canê min
Ez te her dem di dilê xwe de digirim
Bi jiyana xwe de
Û di kûrahiya dilê xwe de
Te vedişêrim
Ku kes nikare xwe bigihîne te
Evîna min
Tu yekane rastiya min î
Kenê te
Agirê ku bedena min dişewitîne
Hezkirineke bêbersiv e
Tu di vî dilî de hertim şêrîn
Hertim qedir
Û qîmetî
Gul di derûnîya te de û eslê te de de dilop e û pêhn e
Bi kulîlk ji te bêhn heldane, gul di kefa destê te de dibişkivin
Her bêhna te gul e
Bi her bişirîn jiyanek
Tu li nav dilê min de rûnişt
Û
Bêdawiyê de windabûn e
Û
Kenên ser lêvên te
Hesreta herî tarî de
Dilê min de
Cih girtîye
Cihê ku tu lê nînbî
Ji min re xerîbî ye
Xerîbî gora min e, xerîb mirina min e
Tenê hêviya ku di şevên tarî de, lê sitar be evîna te û tu yî
Qefesa pêsîra xwe veke li nêz were,
rojekê jî, min dûr nemîne
Tu
Di cîhana min de
Tu şerê min î herî mezin
Tu birîn min î bê derman
Tu roja min î ronak
Tu robara min î
Tu
Adanî ya parî ye mîn î tisî yî
Were
Ez benda te me
Were
Tu deryaya gula min, ê pembe yî
Kenê te di demsala zivistanê de
Germa biharê ye
Dilê min bi te ve
Û
Giyan ji kezeba te ve girêdayî ye
Destên te
Li çar
Cihan girêdan
Destên te de geliyê cihanê
Jiyan tijî dibe
Germahîya te ket
Mezopotamya'yê
Bejn û bala te
Gula welat e
Nêrîna te di xwe berda
Li nav deryaya evînê
Bila kenên zarokên cîhanê
Li nav hezkirina me û li sifra me de
Zêde bibe û çavên te yên geş û ronak de
Mehmet Çobanoglu
16.10.2022
Stenbol
Kayıt Tarihi : 16.10.2022 10:28:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!