Axa gundê me de nîskîn
Lê diçêrin kar û gîskîn
Yara min jî pir bedewe
Awirê wê wek birûskin
Yar xezala ser avê ye
Kemera lê ser navê ye
Evîna yarê hêvî ye
Wek germahîya tavê ye
Şara yarê gulgulî ye
Li binî de heft gulî ye
Bêrîvan jî şîr didoşin
Porê yarê gungulî ye
Kenê yarê roja zere
Li dêmê de gul û pere
Yar jiyan e, yar derman e
Dilê bêyar zare zare
Evîn tama nav dilane
Bêevîn jiyan hilane
Bêrîvan qîzên Kurdanin
Yar mîna gula şîlane
Bêevîni pir xirave
Mîna zerya bêgirave
Wek çinar e, wek selwî ye
Bejna yarê pir zirave
Mehmet Çobanoglu
05.10.2021
Stanbol
Kayıt Tarihi : 5.10.2021 00:09:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!