Hawar dil-hinavê min êş ê de ye
Kula dilê min ji evînîyê ye
Ax! Wek robaran ji min xwîn dikişe
Kena yara min, li ser her lêva ye
Birû yê berdilka min wek kevan’a ye
Xemze yê yarê min ser her dima ye
Li heft sale ez hêvîya yarê me
Yar jî şevan- rojan hişê min de ye
Berdilka min kezeba min hilneke
Derd û ezeban ser min de rêjnejke
Di dilê min de agir û şewat e
Ez derdkêşim birîna min veneke
Ez hewas dikim destê xwe bidim te
Di dinyê de qet tune hevala te
Xal û xet, li te gul û sosinin
Dixwazim morî, mircana bidim te
Ez hildiweşim, ez pir perişanim
Eşqa min ez ber kevir, zinaranim
Evîna min qet kêfa min tune ye
Ez nexweşim nexweşeke giranim
Berdilka min, delala mi, yarê min
Ez derdkêşim, tu teselî nadi min
Perestî ya min û hêvî ya min tu yî
Destê xwe berde, li ser her destê min
Mehmet Çobanoglu
13.09.2017
Stebnol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 13.9.2017 17:18:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2017/09/13/kena-yara-min-li-ser-her-leva-ye.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!