Ken Û Girîn Şiiri - Latif Epözdemir 2

Latif Epözdemir 2
89

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Ken Û Girîn

KEN Û GİRÎN
“Neyarê serxwebuna Kurd, Qasim Silêmanî hate kuştin.”

Axîn û nifrînên dayîkên keserkêş û reben
Bune wek teyrik û tofan û bi ser wan ve di barin ,
Nêrîna bêçarebûna zarokên bêguneh bi çehvên melûl
Ji wan bêdadan re buye wek toqê şeytanê layîn
Û di situyên wan de aliqî ye di berbanga sîbê de,
Xwezîyarim li darê dinê, ku tu demek
Histêr û fermesk ji çavê zaliman kêm nebîn…..

Em ne birane, ne jî bi wan re heval-dost in
Ken û şadumanîya wan,şin û giryana me ye,
Şîna me kêfa dilê wan radike wek rûbaran
Dirûşmên lehengên me jî zindana Evînê dertê digêje erş û ezman.

Bila ew jî ji nû ve,hînî girîna ku bi sedan sale jibîr kirine, bibin,
Girîn, delaleta dilşewatê ye ku ji rûyê mirov xuya dike
Bila zordar jî, hînî nalînê bibin û şînê bibînin bi çehvên xwe
Heta ku derba kezebê û êşa dila bizanibin ka çiye.

Tac û textê zilmê ta ebed nemaye li pê,
Car dibe ku mirov mirina xwe di pê,
Dinya her tim ne çiksayî û zelal e,lê,
Roj tên ku dawî li zûlmetê jî tê.

Bêhed xedar û dijwarin neyarê li himberî me,
Keserên wan lewra me di bişîrîne,hinek caran di kenîne
Helbet beramber êş û keseran,ken ne başe,lê
Ji zordestîya wan peşk û dilop dipekîn
Hinek caran digêjin me jî, çi bikin;
Ku em digel wan di yek atlasekde dijîn,heyf û mixabin yek dîn in,
Şîn û giryana wan, kena ser lêvên xortê me tîne bira me
Wisan dest û çehv girêdayî li ber sêdaran,
Di temenê bistan de, ku bi kelecanî di pên kuştina xwe.

Em ne birane, ne jî bi wan re heval-dost in
Ken û şadumanîya wan,şin û giryana me ye,
Şîna me kêfa dilê wan radike wek rûbaran
Dirûşmên lehengên me jî zindana Evînê dertê digêje erş û ezman.

Rukenîya wan hêrsa celladan zêdetir dike
Dema ku ber bi sêdaran ve diçin, serbilind,
Gerbend şerm dike ji rapêçana situyên bêguneh
Lê gerbend jî naçar e, ew jî karê xwe bicî tîne
Lê, di dilê xwe de wiha diborîne piştî her xeniqandinek
Marifet, ne bênefes hiştine,ew hêsane
Marifet, zinde kirina insane.

Tac û textê zilmê ta ebed nemaye li pê,
Car dibe ku mirov mirina xwe di pê,
Dinya her tim ne çiksayî û zelal e,lê,
Roj tên ku dawî li zûlmetê jî tê.

Ankara, 08.01.2020

Latif Epözdemir 2
Kayıt Tarihi : 19.1.2020 11:27:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Latif Epözdemir 2