Ken Şiiri - Mehmet Hakan

Mehmet Hakan
26

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Ken

Nîgara Mona Lîsayê qurbana -nîv-kenê te be..
Bi Xwedê- kena li ser lêvên te, miriyan ji gorê ra dike û sip û saxlem dike...
Piştê Îsa kenên te!
Dibe ku, tu jî peyamber bî...
Peyambera yekem a jin!!
Heke wisa be, va ye ez jî ji umeta te..

Wêneya te, min danî li ba helbestên Baba Tahir...
Bi quran- çarsed çarînên wî nehêja bûn, çar çiq mijangên te..
Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî jî,
Hê tu nehatî xatir ji dinê xwestin,
Jibo ku, zêdetir nebin helbestkar!

Haya Ehmedê Xanî ji te tunebû bêguman,
Di navê şahesera(mem~zîn) wî de diyar e...

Melayê Bateyî, ji peyamberekî din bawer bû, jê re mewlîd nivîsand..
Elî Herîrî, ji bêderfetiyê winda kirin, piraniya helbestên xwe..

Ew kesên din jî ne ew qas helbestkar bûn ku, te binivîsin...

Erê, tu helbest li ser te nehatin nivîsandin,
-Lê Xwedê jî dizane-
Tu helbest wekî te nebûn "helbest"!

Mehmet Hakan
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 04:09:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!