Kêliyên Bêmeqsed Şiiri - Roza Metina

Roza Metina
8

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Kêliyên Bêmeqsed

Min ji xwe re sebrek neqişand
Ji xofa kêliyên bêmeqsed dûr.
Ber bi pêlên sewta te beziyam
Bêyî ku haya min ji guliyên te
Yên şikestî hebe.
Tirsiyam, giriyam, qêriyam
Lê li bêdengiya xwe mikur nehatim.
Wekî ku şewtek bêar
Di dawa xwe de hilgirim
Gav bi gav ji paxila gunehên lewitî,
Reviyam!
Min xwe avêt dexlê bayê ku
Di nav porên te de dikir vîze vîz.
Û li ser tayên porê te
Min ji xwe re berojkek ava kir.
Bi germahiya tavek xapînok
Min birînên xwe aş kir.
Lê bîranîn ên şopa deqên êşa te
Li ser tiliya min a qereqûçkê
Mîna hêsirên li ber sanciya zayinê
Dîsa kom dibûn.

Roza Metîna

Roza Metina
Kayıt Tarihi : 6.4.2018 01:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Roza Metina