Bi tîna keldûmanek lerzok
Temenekî di nav hêsirên sar û germ de
Ji min re dima.
Di nav lepên hewarek birîndar de
Reşikên çavên te
Wekî kerbek xeniqî
Bi ser min de dihat.
Û xeyalên ku di bin mija lêvên te de
Mexel hatibûn
Wekî hêviyên rûçikandî
Di gewriya min de digevizî.
Û bêriya raza lerizandina lêvên te dikir, efsûna qurtên şerabê...
Roza MetinaKayıt Tarihi : 22.2.2018 13:23:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!