Keko ez bilûrvan im
Bi her tiştî dizanim
çiyan tênim govendê
Berxê mîjo di bendê
Hirç û hov û dar û ber
Lotan didin tev li ber
Ev masiyên Derya Reş
Bi bilûra mi serxweş
Welat tijî bûn li deng
Tên dîlanê şox û şeng
Keko ez bilûrvan im
Ez şivan û gavan im
Rûniştîme bin darê
Didim pesnê biharê
Dengê saza min zîz e
Darblûra min gwîz e
Ez pif dikim bilûrê
Dil agire dikurê
Şiyarbûne rast û çep
Turk û Taçîk û Ereb
Vexwariye me ev durd
Ji bo şiyar bikim kurd
Lê ez çibkim ranabî?
Nizanim wê çawabî?
Nizam kere jan jî ker?
Ez bi gurzan tême ser
Serî hişke wek kevir
Divê bişkê bi bivir
Divê gurzan deynim ser
Yan jî jêre bêjim her
Dijmin dêwê xwînvexwar
Welat kirye tar û mar
Hirç ketiye nava rez
Li min bûye lez û bez
Dikim hewar û gazî
Bi vî dengî, vî sazî
Kes guh nadî saza min
Qîr-qîr û gaz-gaza min
Kurdno hemî bibne yek
Dest bavêjin gurz û çek
Werin þ erê hirç û dêw
Biparêzin mal û mêw
Ji vî bextê minê reş
Ez nexweş û ew nexweş
Bê xwedîne rez û mal
Ezê çibkim pîr û kal
Rezê mine ji kerkûş
Dijmin xwar û maye pûş
Dikim qêrîn û gazî
Dilê min wer dixwazî
Ez pêwanim bilûrvan
Ne mêrkujim, dilovan
Bi guv-guv û bi nalîn
Kurd ranabî Ceger-xwîn
Cegerxwîn
CigerxwînKayıt Tarihi : 1.3.2005 23:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
