Lo ked xwarin şerma reşe
Xizanî yê rewş nameşe
Ez xerîbê welatanim
Ji dilê min can diweşe
Ji derdane rehet nabim
Bi salane ez şanabim
Xerîbî jî qet nexweşe
Derd û kulan xilaz nabim
Lo ji min re tiştek bêjin
Rabin tarîyê birêjin
Serê siban qet venabin
Şev jî me re dipdirêjin
Kesên nebaş pir bêxêrin
Derda û kulan aş bêhêrin
Ez koçerê ber derdanim
Welatparêz ê me şêrin
Ev dilopên çavê minin
Û kesera dilê minin
Li ne ew kesên hov û dîn
Ew kesên baş dilê minin
Mehmet Çobanoglu
02.07.2022
Stanbol
Kayıt Tarihi : 2.7.2022 02:57:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2022/07/02/ked-xwarin-serma-rese.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!