Keçmeta min guhbide min
Te çima qet rû neda min
Îro kêyfa te tuneye
Xwezî  te maçek bida min
Qîzmeta min,  nûra tavê
Çav kesperê lêv ziravê
Venegere ji vir neçe
Were ba min tu vêgavê
Keçameta min bisk lê qeytan
Tu kulîlka nav her ketan
Ronahî ya roja minî
Dimeşî wek qazan, betan
Keçmeta min heyva şevan
Ez qurbana wan her çavan 
Bi salane bendê te me
Îşev minre bibe mêvan
Keçmeta min dilketîya min
Bibe bûka dayîka min
Min şa bike min  şên bike
Te re bêjim kulîlka min
22. 02.2014
Stanbol
Kayıt Tarihi : 22.2.2014 21:28:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!