Bûk û zava tev werin berva êvar jî malbin
Mêvan hatin hev kombûn, dîlana we ye şabin
Hezkirin pir şirîne, bingeha wî evîne
Nav dilan de geşdibe, her tim jî lê xwedîbin
Bûk û zava bi hevre dişibin her kulîlkan
Şewq û şemalê wan jî mîna heyv û stêrkan
Wele îşev dîlane, rabin werin govendê
Def û zirne jî anîn, bileyzin bi çepikan
Bûk û zava tev hatin welat jî bû şarîstan
Xêlîya bûkê çar renge mîna ala Kurdîstan
Şeng û şaî tev şabin mirazê wan pirozkin
Îşev hemû rûkenbin mina gulan, gulîstan
Bûk û zava dilgeşin yek bihar yek havîne
Şabûna wan her dem be dilê wan de evîne
Keçê were govende xorto were govende
Dengê def û zirnêye tev bileyzin dîlane
17.04.2013
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.4.2013 00:30:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!