Keça Xama Li Çolê ye Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Keça Xama Li Çolê ye

Baran barî li ser malan
Lehî rabû, bi wek çeman
Keça xama çû çolê ye
Werî yeman, werî yeman

Baran barî deşt û çiyan
Dil tijî bû, êş û xeman
Benda te me ey qemerê
Derbaz nabe roj û zeman

Lê qemerê, ten lê reşê
Tav raborî dem baran e
Liloz, simbil bi tev şil bûn
Birqe, birqa birûskan e

Baran barî ser zozanan
Qemerê, min dûr namîne
Şara xwen û destmala xwen
Min re bîne, min re bîne

Baran barî berf dihele
Tu gula ber bêhna min î
Lêlê keçê, keça Kurd'an
Çavê min, sitêrka min î

Mehmet Çobanoglu
28.07.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.7.2023 17:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!