Gote gotî gote gotî / gote gotî gote got
Gote gotî gote gotî / gote gotî gote got
Mame di nav tenêtî de
Dilê reben hêsîr ma
Ketim rewşek pir genî de
Dile pepuk sêwî ma
Ne teratî ne şînatî
Li warê min xela ye
Ez çi bikim li vî halî
Evîn li min sela ye
Roj çû ava reş û tarî
Laşê li min helaye
Hurik hurik qet û parî
Evîna dil belaye
Çi bikim ez ji vê rewşê
Hemî derman lê nayê
Li nav dahl û li nav hewşê
Gulek neda dinyayê
Ez di nalim ez bê halim
Sedem keça seydaye
Bê hevalim bê mecalim
Seyda keçik nedaye
Eya Zandar xwe bibîne
Sûûda te tunîne
Perda ser çav tu hilîne
Mizgînîyek tûnîne
Kayıt Tarihi : 6.5.2024 12:06:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!