Min zozanên şîn û deştên germ hembêz kir û ji te re anî
Ji kerema xwe, li gulên ser çiqilan
Bêhn ke
Lê wisa xwe neêşîne
Xwe
Paşve vekişîne
Wisa jî bêmade nebe
Were
Min xemgîn neke
Ma gunehê wan kesên ku bêbext in
Hêvîn te hîn nekirin e
Binêre erd çiqas fireh e
Wek konê şîn
Binêre erd çiqas jî teng e
Wek gor ê
Hişyar be
Jiyan evîn e
Û
Wek te
Tu
Jiyan tijî yî
Jiyan jî
Tu
Bi her dem
Tu
Evînî û tu evîn bijî
Jiyan diyariyek e, jiyan fersend e
Were
Derdê min
Çareser ke
Ez li benda te me
Evîn
Were sibeya min
Evîn
Were şefeqa mim
Were
Jiyan derfeteke xweş e, ku wê bi destxe
Jiyan stranek e
Bi ew stranên bi hev re tê gotin
Û ew
Baxçeyek gulan e
Xweş mêzeke
Jiyan xêr e, tu jî li berva xwe vegerîne
Ji kerema xwen, min bîrneke
Ez jî ba te me
Ware
Dilê min ji bo te davêje
Lêlê destê min bigirê
Gula serhad ê
Keça Qers ê
Ma tu destê min nergirî, ji min re mirine
Ez difikirim ku wê dema bê te, min re
Mirin xweş e
Delal
Min zilim neke
Tirs nede min, were ba min
Were
Bihêle ez evîna xwe ji te bipêçim
Tunebûna te
Dûrbûna te
Ji min re
Binê dîwarên sar ên
Ji min re xem e
Ger ez dixwazî were ba min
Tenê te daxwazim
Evîn
Demek sare
Hewce te me
Wêranîya qelebalix, çavê min girtiye
Duhiya min, îroya min bê te, min re jiyan tijî nalîn e
Mehmet Çobanoglu
16.03.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.3.2023 11:48:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!